Li Serê Kaniyê qonaxa duyemîn a rakirina mayinan dest pê kir

Pêvajoya paqijkirina mayin û bermahiyên şer li gundewarên Serê Kaniyê, Til Temir û Zirganê derbasî qonaxa xwe ya duyemîn bû, ku armanc jê dabînkirina ewlehiya rê, gund û zeviyên çandiniyê ye ji bo vegera koçberan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî agahiyên ku Navenda Pêşîgirtina li ber Mayinan a Hesekê parve kirine, piştî ku xebatên paqijkirina rêyên sereke bi dawî bûn, di qonaxa duyemîn de derbasî paqijkirina gundan bi xwe bûne. Niha tîmên pispor li gundên ser rêya Til Temir-Zirgan, gundewarên başûrê Serê Kaniyê û deverên li ser Rêya M4 xebatên xwe dimeşînin.

Her çend rêya sereke ya Dirbêsiyê-Serêkaniyê ji gundê El Esediyê heta baregeha artêşa Tirkiyê ya li Bab El Ferec bi temamî hatibe paqijkirin jî, navendê hişyarî da ku xetereya mayinan li gundên El Esediyê, Mişêrifê û Um El Kêf hîna berdewam dike û ji ber vê yekê paqijkirina hin rêyên sereke dereng maye.

Navendê bang li şêniyan kir ku li gorî rênîşandanên tîmên rakirina mayinan tev bigerin, ji ber ku ji ber sedemên lojîstîk û geşedanên herêmî, vegera malbatên koçber ji bo demekê hatiye taloqkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye