Îro li herêma Cizîrê, li bajarê Hesekê, Dirbêsiyê, Qamişlo û Tirbespiyê, Cejna Newrozê bi dirûşmeya "Ji Rêber Apo re Azadî û Newroza Yekîtiya Demokratîk a Kurd" tê pîrozkirin.
Li bajarê Qamişlo pîrozbahiya Newrozê li Stada Şehîdên 12’ê Adarê hat lidarxistin.
Aldar Xelîl: Em hêvîdar in Newroz bibe wesîleya azadiya ji desthilatê
Di pîrozbahiyê de endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl axivî û got ku ji bo wateya newrozê bidinê, divê kongreyeke neteweyî were avakirin û ev peyam da:
“Em hêvîdar in Newroz bibe wesîleya azadiya ji desthilatê. Û ev newroz bibe wesîleya kongreya netewî. Ligel ewqas hovîtiyê, newrozê bi hezarên salan bi lehengên wekî Mazlûm Dogan xwe parastiye û gihaşt van rojan. Gelekan xwest wateya Newrozê biguherînin, lê ruhê wê yê resen nayê guhertin. Heta xwedîderketineke berxwedêr hebe, dê newroz wiha geş be.
Xerîb Hiso: Newroza îsal ruhê yekitiya demokratîk nîşan dide
Li newroza Tirbespiyê, Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso axivî û got ku newroza îsal ruhê yekitiya demokratîk a ji bo gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê nîşan dide.
Her wiha Hiso bal kişand ser peyamên Rêberê Damezrîner ê PKK`ê Abdullah Ocalan û got ku peyam ji bo banga azadî û demokrasiyê ne.
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk Xerîb Hiso di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku îro kombûna civakên Tirbespiyê yên Kurd, Ereb û Suryan li qada newrozê bi hev re, pabendbûna bi peymana 29`ê Çileyê ye.
Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan, Selma Xelîl axivî û destnîşan kir ku rihê Newroza îsal têkoşîna gelê Kurd nîşan dide.
Kenan Berekat: Em bi ruhê yekitiya gelê Kurd bi ser ketin
Di pîrozbahiya Newrozê ya li Amûdê de jî endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Kenan Berekat axivî.
Berekat di axaftina xwe de wiha got:
“Em di rewşeke taybet de ketin sala 2026`an. Dixwestin îrade û hebûna me têk bibin. Lê yekitiya gelê Kurd di van mehan de xwe isbat kir. Em bi vî ruhê yekitiyê bi ser ketin, Rojava bi tenê nema.”
Îlham Ehmed: Gelê Kurd wê bi yekîtiyê ser bikeve
Hevseroka Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed di newroza Hesekê de axivî.
Îlham Ehmed di axaftina xwe de wiha got:
“Agirê Newrozê ev buye zêdetirî 2000 sal venamirê û gur dibe. Li Rojava îsal agirê Newrozê di pîrozbahiyên Newrozê de bi ruhekî nû hat dadan.
Îlham Ehmed di axaftina xwe de bal kişand ser yekîtiya gelê Kurd û wiha got: Doza kurdî êdî li ser asta navneteweyî ketiye rojevê. Em bi saya fedakariya gelê Kurd ê Rojava gihîştin deskeftiyên mezin. Gelê Kurd dê her tim têkoşîna xwe berdewam bike û gav paş ve nade. Gelê Kurd li her çar aliyên Kurdistanê bi yekitiyê dikare li hemberî hemû êrîşan li ber xwe bide.
Em tevgerkirina Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ya li hemberî girtin û darvekirinê destek dikin.”
Abdulxenî Oso: Bi ruhê Mazlûm Dogan Newroz tê pîrozkirin
Disa di pîrozbahiya Newrozê ya li Hesekê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Abdulxenî Oso jî axivî.
Abdulxenî Oso got ku bi ruhê Mazlûm Dogan ew cejna newrozê pîroz dikin.
Her wiha got ku gelê Rojava bi hemû pêkhateyên xwe li hemberî pîlansaziya qirkirinê li ber xwe dide.
Jiyan Hemo: Newroz ji bo hemû gelan cejna nûbûnê ye
Di Newroza Dirbêsiyê de jî endama Kordînasyona Kongreya Star Jiyan Hemo axivî.
Jiyan Hemo di axaftina xwe de got ku Newroz ji bo hemû gelan cejna nûbûnê ye.
Her wiha got ku di Newrozê de yekîtiya neteweyî divê were xurtkirin.
Hemîd Meîş: Bi Newroza îsal re dê yekitiya Kurdî xurtir bibe
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Hemîd Meîş jî axivî û wiha got:
“Newroza îsal bi ruhê berxwedanê û fedakariya hatî kirin tê pîrozkirin. Bi salan pîrozbahiyên Newrozê qedexe bûn û ji bo em pîroz bikin me şehîd dan. Bi Newroza îsal re dê yekitiya kurdî xurtir bibe û hevgirtina navbera hemû pêkhateyan bi hêztir bibe.