Başûrê Kurdistanê dahata bacê ya 7 salên borî eşkere kir

Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, di daxuyaniyeke fermî de daneyên taybet ên bi dahata bac û milkên mîrî (dewletê) ya heft salên borî parve kirin. Di daxuyaniyê de hûrgiliyên li ser pêngavên rêkxistina bacê û parvebûna dahatê ya li ser parêzgehan hatin eşkerekirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Di demekê de ku li Başûrê Kurdistanê nîqaşên li ser nebûna şefafiyeta darayî germ in, Wezareta Darayî qebareya dahata bacê ya heft salên borî eşkere kir.

 

Dahata 7 salan nêzîkî 5.5 trilyon dînar e

 

Li gorî daneyên Wezareta Darayî, qebareya dahata ku ji destpêka sala 2019’an heta dawiya sala 2025’an ji bac û milkên mîrî hatiye komkirin, gihîştiye 5 trilyon û 415 milyar û 30 milyon dînarî.

Wezaretê destnîşan kir ku ji bo zêdekirina vê dahatê û rêkxistina pîşesaziya bacê, çend pêngavên girîng hatine avêtin.

Di nav van gavan de:

Sîstematîkkirina karûbaran bi hevkariya Saziya Teknolojiyaya Zanyariyan (IT) Rêgirtina ji xwe ve dizîna ji bacê

Betalkirina efûkirinên bacê yên neyasayî û lêkolînkirina li ser deyndarên mezin hene. Rênîşandanên nû ji bo komkirina baca hawirdekirin û hinardekirinê li xalên sînorî hatine bicîhkirin.

Di daxuyaniyê de hat xuyakirin ku rêjeya herî zêde ya dahata bac û milkên mîrî li parêzgeha Hewlêrê hatiye komkirin. Li aliyekî jî çavdêrên aborî didin xuyakirin ku li Başûrê Kurdistanê pirsgirêkeke kûr a şefafiyetê heye. Bi nêrîna wan, ji ber kêmasiyên di sîstema çavdêriyê û hebûna gendeliyê de, hîn jî agahiyên rast di destê raya giştî de nînin.

Hinek pisporên aborî dibêjin ku dahata rasteqîn a herêmê ji vê mîqdarî bi gelekî zêdetir e.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye