"Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê " ku li ser banga Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê hatiye avakirin, xebatên xwe didomîne.
Komîsyon ev demeke bi aliyên cuda û kesayetan re hevdîtinan pêk tînin, lê heta niha bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin çênekiriye.
Endama komîsyonê û parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş der barê xebatên komîsyonê û mijarên ka wê kengî bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin bê çêkirin, “Mafê Hêviyê” û gefên rayedarên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji ANHA’yê re axivî.
'Ji derveyî hevdîtina bi birêz Ocalan re ti vebijêrk tune ye'
Li ser mijarê hevdîtina komîsyon û Îmraliyê, Meral Daniş Beştaş diyar kir ku heta niha ev li komîsyonê nebûye rojev.
Beştaş balkişand li ser girîngiya hevdîtinê û anî ziman ku ji derveyî guhdarkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ti vebijêrkek tune ye.
Beştaş axaftina xwe wiha domand: "Heta hûn bi muxatabê xwe re neaxivin, nêrîn û daxwazên wî guhdar nekin, nirxandinên wî negirin gengaz nabe ku rêyek tendurist bimeşînin."
Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku pêwîste guhdarkirina li Îmralî pir dereng nemîne
'Daxwazên pêkanîna mafê hêviyê hene'
Meral Daniş Beştaş girêdayî “Mafê Hêviyê” jî wiha got: "Hîna sazûmankirina zagonên 'Mafê Hêviyê' neketiye rojeva komîsyonê. Lê di mijara pêkanîna biryanên DMME’yê de daxwaz hene. Herî dawî Bulent Arinç û hinek baroyan li ser axivîn. Ji xwe em jî pêşniyar dikin. Bê guman dê ev bibe yek ji mijarên rojeva komîsyonê."
'Gefa li ser Rojava wê pêvajoyê bike xeteriyê'
Meral Daniş Beştaş weke bersiva gefên rayedarên Tirk û Serokê MHP’ê Baxçelî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha got: "Divê li gorî pêvajoyê tev bigerin. Êrişên giran û qirkirin li ser gelê Durzî û Elewî tên meşandin. Ji Kurdan re jî dibêjin HTŞ çi bêje hûn ê bikin. Ji gel re dibêjin herin mirinê. Ev bi tu awayî nayê îzahkirin. Ev pêvajoya li vir jî dike xeteriyê."