Di şandeyê de Hevserokê PJAK’ê Emîr Kerîmî, Cîgira Hevserok Gulan Fehîm, Berpirsê Têkiliyan Eyhan Çiyako û Endamê Komîteya Têkiliyan Rêbwar Dilxwaz cih girtin.
Di hevdîtinê de rewşa her çar parçeyên Kurdistanê, rewşa dawî ya li Rojhilata Navîn, geşedanên şerê Hemasê û Îsraîlê bûn mijarên sereke yên niqaşê.
Her wiha li ser hevkarî û kordîneya di navbera her du aliyan de, pirsgirêkên ku jin pêre rû bi rû dimînin û hewildanên ji bo gihiştina asta diyalogê ya di navbera heft partiyên Rojhilatê Kurdistanê de jî hat nîqaşkirin.
Di dawiyê de her du aliyan jî tekezî li ser girîngiya dostaniyan hevdu kirin.
Ji bo zêdekirina nêzîkbûna PJAK û Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê jî biryardariya xwe anîn ziman.