Ji bo Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2026`an, Erebistana Siûdî û Qeter mafdar bûn, bi vê yekê jî hejmara tîmên Ereb ên beşdarî Kûpaya Cîhanê dibin digihêje 7 tîman.
Lêkolînerên Sporê diyar kirin ku ev cara yekemîn e di dîrokê de 7 tîmên Ereb derbasî Kûpaya Cîhanê dibin.
Her wiha lêkolînerên Sporê dane xuyakirin ku ev cara yekem e di dîroka vê pêşbirka cîhanî ya fûtbolê de, hejmara tîmên beşdar digihêje 48 tîman.
Ev cara 7`emîn e ku Erebistana Siûdî, Mexrib û Tûnis beşdarî fînala Kûpaya Cîhanê dibin û ji bo Qeterê jî ev cara duyemîn e.
Her wiha Cezayîr 5 caran û Misir 4 caran jî mafdar bûne.
Welatên Ereb ên ku dê beşdarî Kûpaya Cîhanê ya 2026`an bibin ev in:
Mexrib, Tûnis, Misir, Cezayir, Urdun, Erebistanê Siûdî û Qeter.