Wezîrê werzîşê yê Îranê Ehmed Donjamelî got ku taxima werzîşê yê Îranê mimkun e ku beşdarî kûpaya cîhanê ya 2026'an nebe.
Lêbelê, hîn jî biryarek fermî di derbarê beşdarbûna Îranê de di turnuvayê de nehatiye ragihandin.
Donjamelî li ser vê mijarê, di televîzyona dewletê de axivî û got:
"Êrîşan ziyanên girîng li Îranê çêkirine û di van şert û mercan de beşdarbûna di turnuvayê de dijwar e."
Donjamelî diyar kir ku Îran di demên dawî de bi êrîşên leşkerî yên cidî re rû bi rû maye, her wiha bandorên kûr li seranserî welat kirine.
Wezîrê werzîşê yê Îranî got ku ji ber rewşa siyasî û ewlehiyê ya heyî, beşdarbûna navneteweyî di werzîşê de jî ji nû ve tê nirxandin.
Lê heta niha hîn biryarek fermî ya boykotê di derbarê beşdarbûna Îranê de di Kûpaya Cîhanê de tune ye.
Li aliyek din jî serokê FIFA'yê Gianni Infantino berê diyar kiribû ku Serokê Amerîkayê Donald Trump gotibû ku tîma neteweyî ya Îranê ji bo turnuvayê hatiye vexwendin.
Taxima jinan wekî xayîn hatibû binavkirin
Niha taxima Jinan ya Îranî jî li welatê Awsturalyayê di bin ewlehiya polîsan de ne.
Ev pêşketin di nav aloziyên siyasî û ewlehiyê yên girîng de tên, ji ber ku tîma neteweyî ya jinan a Îranê piştî ku di maça xwe ya vekirinê de li dijî Koreya Başûr sirûda neteweyî negotin.
Di medyaya fermî ya welat de rastî rexneyên tund hatin, lîstikvan wekî "xayînê di dema şer de" hatin binavkirin.