Amedspor roja şemiyê ji Amedê gihîşt Stenbolê û tîmê xwe bi awayekî pir baş amade kiribû.
Maça di navbera Amedspor û Kasimpaşa li stadyuma Recep Tayyîp Erdogan hate lîstin.
Maç di nîvê yekem de bi pêşengiya tîma Kasimpaşa bi dawî bû.
Di deqeya 20an de Gokhan Yalçın yekem gola maçê avêt.
Piştre Benedyczak di deqeya 52`an de tîma xwe bi 2-0 pêş xist.
Lê lîstikvanê Amedsporê Gift Orban di deqeya 58an de gola yekem ya Amedsporê avêt.
Lê Gift Orban performansa xwe berdewam kir û di deqeya 82`an de gola wekheviyê tomar kir.
Bi vî awayî maç bi encama 2-2 bi dawî bû.
Bi tevahî Amedspor xwediyê 7 puanan e.
Kasimpaşayê jî bi 6 puanan e.