Şandeya ji berdevkê Wezareta Hundirîn, Nûredîn El Baba, hejmarek berpirsên ewlehî û îdarî yên ji Şam û Helebê pêk hat.
Nûnerên Rêveberiya Xweser, Meclisa Malbatên Şehîdan, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), saziyên jinan û nûnerên ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Kobanê di civînê de amade bûne.
Di civînê de dosyayên ewlehî, aramî, rêbazên amadekirina şert û mercên vegera ewle a koçberan li herêmên xwe hatin nîqaşkirin.
Di dawiyê de ji bo xurtkirina ewlehiya herêmê, hate diyarkirin ku dê peywendî û hemahengî di navbera şande û rêveberiya Kobanê û saziyên wê yên xwecih de bidomînin.