Sûriyê ji bo birêvebirina baregehên li Beravê bi Rûsayê re li hev kir

Sûriyê bi Rûsyayê re li hev kir ku ew ê dezgehên veguhastinê yên baregeha Himêmîn û Tertûsê bi rê ve bibe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rojnameya Financial Times ragihand ku Sûriye bi Rûsyayê re li hev kir ku hebûna xwe ya leşkerî li welêt ji nû ve birêxistin bike.

Di vê çarçoveyê de, wê Sûriyê dezgehên veguhastinê yên li baregeha Himêmîn û Tertûsê kontrol bike.

Rojnameyê diyar kir ku ev gav kêmkirineke girîng a hebûna Rûsyayê li Sûriyê ye.

Baregehên Himêmîm û Tertûsê xala hebûna Rûsyayê li Deryaya Spî û xala destpêkirinê ji bo operasyonên Rûsyayê li Afrîkayê ye.

Ev kêmkirina hebûna Rûsyayê, digel nêzîkbûna mezin a di navbera Şam û Washingtonê de hevdem e.

Hemdemî vê, niha rêveberiya Amerîkayê hewl dide navê Sûriyê ji lîsteya "Welatên ku terorê dihewîne" derxe.

Ev yek jî di çarçoveya piştgiriya Amerîkayê ya ji bo desthilata nû ya Sûriyê de tê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye