Piştî îmzekirina peymana Mekkeyê ku di navbera her sê welatan Erebistana Siûdî, Pakistan û Tirkiyê de hat îmzekirin, ji Îranê daxuyanî derketin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî diyar kir ku peymana Mekkeyê ti metirsiyê li ser Îranê çênake, Îran wê wekî gefekê li dijî xwe nabîne û wiha got:
“Îran ti sedemê nabîne ku li ser peymaneke nû ya ewlehiyê ya di navbera Pakistan, Tirkiye û Erebistana Siûdî de nîgeran be.”
Her wiha Îsmaîl Beqayî anî ziman ku peyman guhertinek di nêzîkatiya welatên herêmê ya li hember ewlehiyê de nîşan dide û wê wekî erênî nirxand û ev peyam da:
"Her planek ku li ser rastiyên jeopolîtîk û dîrokî yên herêmê ava bibe û dijminan bi awayekî rast destnîşan bike, dikare bibe alîkar ku pêşî li bêaramî û binpêkirinên Îsraîlî û hevalbendên wê bigire."
"Her tevgerek li dijî Îranê dê bê bersiv nemîne"
Di Rojnameya Keyhanê de ku di bin çavdêriya nûnerê Rêberê Bilind ê Îranê de karê xwe dike, daxuyaniyeke berevajî daxuyaniya Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê hat weşandin.
Daxuyaniya ku di Rojnameya Keyhanê de hat weşandin, tê de ev peyam hat dayîn:
“Divê welatên herêmê ji bîr nekin ku her tevgerek li dijî Eniya Berxwedanê dê bi bersiveke biryardar re rûbirû bimîne.
Komara Îslamî dê dudil nebe ku bi komployên rêxistinkirî re rûbirû bibe."
Pakistan: Peymana Mekkeyê ji bo hemû welatên herêmê vekirî ye
Li ser peymana ku di navbea wan û Erebistana Siûdî û Tirkiyê de hat îmzekirin, Wezîrê Derve yê Pakistanê Îshaq Dar jî daxuyaniyek da.
Îshaq Dar li ser platfoma X’ê nivîsand ku peymana îmzekirî ji bo her welatekî herêmê ku dixwaze prensîbên wê yên bingehîn biparêze, vekirî dimîne.
Her wiha Wezîrê Derve yê Pakistanê di posta xwe de şîrove kir ku Pakistan li bendê ye ku bi hemû welatên bira yên herêmê re ji bo aştî û aramiya mayînde hevkariyê bike.
Hakan Fîdan: Misir dê bibe beşek ji hevpeymaniya mekkeyê
Beriya niha jî, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan pêşbînî kiribû ku Misir dê tev li "Peymana Mekkeyê" ya ji bo parastina hevbeş bibe û ev yek anîbû ziman:
"Ez bawer dikim ku di qonaxa bê de, Misir dê bibe beşek ji hevpeymaniya me.
Hin xalên teknîkî hene; gava ku werin bicihanîn û çalakkirin, ti sedem tune ye ku Misir ji beşdarbûnê asteng bike."