Serokwezîrê Îsraîlê: Me Elî Larîcanî ji holê rakir

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îdîa kir ku wan Sekreterê Encûmena Bilind a Asayîşa Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî kuştiye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di derbarê êrîşên dawî yên li ser Îranê de daxuyanî da.

 

Netanyahu da zanîn ku wan bi balafirên şer û dronan li Îranê operasyon pêk anîne.

 

Benjamin Netanyahu wiha got:

 

"Me îro serê sibehê Elî Larîcanî ji holê rakir.

 

Elî Larîcanî berpirsê Supaya Pasdaran bû ku bi awayekî rastîn Îran bi rê ve dibir."

 

Netanyahu destnîşan kir ku wan Fermandarê Besîcê Xulam Riza Silêmanî jî kuştiye.

 

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu tekez kir ku ew hewl didin ku rejîma Îranê lawaz bikin.

 

Her wiha Netanyahu da zanîn ku ew dixwazin derfetekê bidin xelkên Îranê da ku qedera xwe bi xwe diyar bikin.

 

Netanyahu got ku ew alîkariya dostên xwe yên Amerîkî yên li Kendavê dikin.

 

Serokwezîrê Îsraîlê eşkere kir ku ew duh li ser vê mijarê bi Trump re bi berfirehî axiviye.

 

Netanyahu anî ziman ku di navbera wî û Trump û tîma wî de, hevkariyeke baş heye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye