Li Urmiyeyê 2 jinên Kurd hatin binçavkirin

Tora Mafên Mirovan ya Kurdistanê eşkere kir ku li herêma Urmiyeyê hêzên Îtlaetê du jinên Kurd bêyî biryara dadgehê girtine û malbatên wan tu agahî li ser çarenûsa wan nizanin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gundê Keçele yê Urmiyeyê, hêzên Îtlaetê bi ser mala mamên jina ciwan Befrîn Ehmedweş de girtin. Befrîn bêyî fermana dadgehê hat binçavkirin û birin cihekî nediyar. Saziyên rejîmê tu agahî nadin malbata wê. Beriya sê rojan jî li heman gundî sê kesên din hatibûn girtin.

Li aliyê din, 50 roj in tu agahî ji jina Kurd Perwîn Rasiq Qizilbaş (33) nayên girtin. Perwîn a xelkê Mako ye, bêyî biryara dadger hatibû girtin û çarenûsa wê hîna nediyar e.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye