Li gorî ajansa SANA ya Sûriyê bûyer li yekîneyeke tamîrkirinê ya tesîsa dabînkirina elektrîkê ya li bajarê Banyasê qewimiye. Hat ragihandin ku teqîn di makîneyeke depokirina hîdrojenê de çêbûye û di encamê de 3 karkerên li wir dixebitîn canê xwe ji dest dane.
Têkildarî mijarê, Gerînendetiya Tenduristiyê ya Tartûsê di daxuyaniyeke çapemeniyê de diyar kir ku her sê karkerên ku jiyana xwe ji dest dane gihandine nexweşxaneyê.
Heta niha sedema teqîna vê makîneyê bi awayekî fermî û hûrgulî nehatiye zelalkirin û lêkolîn li ser rûdanê berdewam dikin.