Beşa Delîlên Sûc a Gerînendetiya Ewlekariya Navxweyî ya parêzgeha Dêra Zorê da zanîn ku di encama teqîna bombeya li ser benda kontrolê ya gundê Cezra Bo El Himêd de, agir bi erebeyekê ketiye û 2 kes birîndar bûne.
Nûçegîhanê ANHA`yê ji çavkaniyên herêmî û ewlehiyê ragihandbû ku li ser benda kontrolê ya gundê Cezra Bo El Himêd teqîn di erebeyekê de çêbûye.
Hêzên ewlekariyê da zanîn ku wan dest bi lêkolînkirina bûyerê kiriye û heyanî niha nasnameyên kesên bombe bi erebeyê ve teqandiye, ne diyar e.
Di teqîna li Dêra Zorê de 2 kes birîndar bûn
Li ser benda kontrolê ya gundê Cezra Bo El Himêd a Dêra Zorê bombeyek teqiyabû. Hêzên ewlekariyê da zanîn ku di encama teqînê de erebeyek şewitiye û 2 kes birîndar bûne.