Cenazeyên 25 qurbaniyên komkujiya Şengalê hatin radestkirin
Piştî temamkirina xebatên naskirinê û lihevanîna testa DNA’yê, îro cenazeyên 25 şehîdên komkujiya Şengalê radestî malbatên wan hatin kirin. Bi vê komê, hejmara giştî ya cenazeyên ku ji sala 2021’ê ve hatine vegerandin, digihêje 321 şehîdan. Ji bo van şehîdan, merasîmeke oxirkirinê li Şengalê hat lidarxistin. Nûçegihanê me Îsa Rûbeydî li ser vê mijarê raporek amade kiriye em bi hev re lê temaşe bikin.