Peykerê şêrê Eyn Darê û yê şervanên Mîdî li Qamişloyê tên bicihkirin

Peykersazê Kurd Munîr Şêxê bi kedeke 5 sal û nîvan, peykerên dîrokî yên wekî "Tabûra Nemiran" a Mîdiyan û kopyaya Şêrê Eyn Dara yê ku li Efrînê hatibû dizîn çêdike, da ku nifşên nû bi dîroka xwe re bijîn.

reset font size increase font size

Ev peykerên du şervanên Mîdî ne, bi destê peykersazê Kurd Munîr Şêxê hatine çêkirinê.

Karekî hunerî ye ku 5 sal û nîv ked xwariye da ku ev tablo li ber çavan were raxistin. 

Tabloya ku bi navê "Tabûra Nemiran" a şervanên Mîdî tê naskirin, di dîroka Kurdî de navdar e.

Ev peyker wê li Gulîstana Giştî ya bajarê Qamişloyê werin bicihkirin, lê çima taybet ev peyker ?

Mûnîr Şêxê: Min xwest ku dîroka Kurdî her nûjen be

Ne tenê peykerên Mîdiyan, şêrê Eyn Darê yê dîrokî ku di dema dagirkirina Efrînê de hat dizîn, îro copya wê bi destê peykersazê Kurd tê çêkirin. 

Munîr Şêxê: Peykerê Eyn Darê yê Efrînê jî wê di Gulîstanê de cih bigire

Munîr Şêxê: Em dixwazin nifşê nû bi dîroka xwe re bijî

Munîr Şêxê dibêje ku ew dixwazin gulîstana Giştî ya Qamişlo bikin muzexaneyek da ku nifşê nû bi dîroka xwe bijî. 

Şêxê tekez dike ku dema mirov bi dîroka xwe re dijî, tu sitemkar nikarin dîrokê ji mejiyê wan derbixe. 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye