Li gorî lîsteya ku hatiye belavkirin, navên 51 dîlgirtiyan tê de heye ku bên berdan.
Mehmûd Xelîl her wiha da zanîn ku ji bo vegera koçberên Serê Kaniyê jî amadekarî tên kirin.
Xelîl diyar kir ku di 4 rojên bê de 1035 malbatên koçber wekî karwanê duyem vegerin cih û warên
xwe yên li Serê Kaniyê.
Her wiha Xelîl da zanîn ku karwanê yekem a ku ji 410 malbatan pêk dihat 10`ê tebaxa sala 2026`an vegeriyabû Serê Kaniyê û ji bo kerwanê duyem jî amadekarî tên kirin.