Serokê Amerîkayê Donald Trump di peyama xwe ya li ser Truth Social, de Netanyahu wekî "şervanekî mezin û hevkarekî mezintir ê aştiyê" bi nav kir.
Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku pêwistiya Washington bi rêberekî wekî Netanyahu heye û wiha got:
"Eger li Îsraîlê serkirdeyê şaş were hilbijartin ji bilî Benjamin Netanyahu, dê Amerîka neçar bimîne bi xwe vî karî bike, bê guman ez jî vê naxwazim."
Trump bangî dengdêrên Îsraîlê kir ku careke din baweriyê bidin Netanyahu.
Ev piştgirî di demekê de tê ku Netanyahu ji bo paşeroja xwe ya siyasî di nava rûbirûbûneke tund de ye.
Li gorî zanyariyên dawî li Îsraîlê, partiya Yashar a di bin serokatiya serokê berê yê artêşê Gadi Eisenkot de, li pêşiya partiya Netanyahu ye.