Trump: Ger Îran gavekê neavêje wê rastî rûdanên xirab were

Serokê Amerîkayê Donald Trump careke din nîşaneya şer li dijî Îranê dide û dibêje ku eger rêkeftinek pêk neyê, Îran dê bi demeke pir xirab re rû bi rû bimîne. Îran jî, besivê dide û eşkere dike ku eger gef û êrîş dîsa li dijî wê werin kirin, hêzên Amerîka û artêşa wê, dê bi senaryoyên nû, êrîşkar û tofanbar re, rû bi rû bimînin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îran û Amerîkayê piştî demekê ji rawestandina şer, careke din li dijî hev dest bi gefan kirin.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump der barê rewşa dawî ya şerê bi Îranê re, ji kanala Fransî BFMê re axivî.

Donald Trump di axaftina xwe de wiha ragihand:

"Ez nizanim gelo dê di demeke nêzîk de bi Îranê re rêkeftinek were çêkirin an na. Lê Îranî dixwazin rêkeftinekê pêk bînin.

Eger em negihêjin rêkeftinekê, Îran dê bi demeke pir xirab re rû bi rû bimîne."

Îran: Eger DYA'yê êrîş bike dê bi senaryoyên tofanbar re rû bi rû bimîne

Ji aliyê Îranê ve jî, Berdevkê Hêzên Çekdar ên Îranê, General Ebûlfezl Şekarçî, bersiva Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê da û got:

“Dubarekirina her bêaqiliya Amerîkî tenê dê bibe sedema derbeyên dijwartir û girantir”.

Serokê Amerîkayê divê fêm bike, ku eger gef û êrîşkarî dîsa li dijî Îranê werin kirin, hêzên Amerîkayê û artêşa wê dê bi senaryoyên nû, êrîşkar, surprîz û tofanbar re rû bi rû bimîne.

Qalîbaf: Berxwedana Îranê derî li sîstemeke cîhanî ya nû vekir

Beriya vê yekê jî, Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf di posteke xwe de li ser X`ê wiha diyar kir:

“Cîhan veguherînên bilez dijî ku rê li ber sîstemeke cîhanî ya nû vedikin.

Berxwedana Îranê di mehên borî de, bû sedema lezandina van guhertinên navneteweyî”.

Netanyahu: Çavên Îsraîlê li ser Tehranê vekirî ne

Di heman çarçoveyê de jî, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştrast kir ku çavên welatê wî li ser Tehranê vekirî ne û wiha domand:

“Ez ê îro bi serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump re biaxivim. Em ê li ser mijara Îranê jî biaxivin.

IRNA: Wezîrê Karên Hundir ê Pakistanê dê serdana Tehranê bike

Di nava van gef û hişyariyan de jî, dewleta Pakistanê ya ku navbeynkar e, hewldanên xwe ji bo rawestandina tevahî ya şer berdewam dike.

Ajansa nûçeyan a Îranê IRNAyê li ser zimanê çavkaniyeke dîplomatîk li Îslamabadê diyar kir ku, Wezîrê Karên Hundir ê Pakistanê Mohsin Neqwi dê serdana Tehranê bike.

Li gorî heman çavkaniyê, Neqwi di vê serdanê de, dê bi çend berpirsên payebilind ên Îranî re, di nav de Wezîrê Karên Hundir ê Îranê jî heye, bicive.

Berê, The New York Timesê, li ser zimanê hin berpirsên Rojhilata Navîn, ragihandibû ku Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo ji nû ve destpêkirina operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê amadekariyan dikin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye