Kurtefilma Yek Deng xelata best drama bi dest xist

Kurtefilmek Kurdî ku li Ewropayê hatiye çêkirin di Cineplay International Film Festival de, xelata Best Drama bi dest xist.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Kurtefilma Yek Deng ji derhêneriya Zagors Çetînkaya ye, ew çîroka Îbrahîm derdixe pêş; Îbrahîm ciwanekî Kurd e ji Rojavayê Kurdistanê ye, lê ew li Norweçê dijî, dil û hişê wî her tim bi welatê wî û bi êşa gelê wî ve girêdayî ye.

Yek Deng bi rêbazeke cuda û neklasîk hatiye afirandin.

Fîlm bê senaryo hatiye kişandin û çîrok û avahiya senaryoyê di qonaxa post-produksiyonê de deng û forma xwe ya dawî dîtine.

Di tevahiya fîlmê de tenê karakterek li ser ekranê heye; karakterê duyem jî tenê bi rêya dengekî di fîlmê de hebûna xwe nîşan dide.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye