Li Îranê di nava hefteyekê de 20 kes hatin bidarvekirin

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, di hefteya derbasbûyî de, 20 kes hatin darvekirin. Her wiha, pêla binpêkirin û binçavkirinan ji hêla dewleta Îranê ve jî berdewam dike.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, pêla binpêkirin, binçavkirin û bidarvekirinan ji hêla dewletê ve bê navber didome.

Navenda Mafê Mirovan a Îranê, têkildarî bîlançoya bidarvekirin, binpêkirin û binçavkirinên ji aliyê dewleta Îranê ve raporek belav kir.

Di raporê de hat diyarkirin ku dewleta Îranê tenê di nava hefteya borî de li girtîgehên Xuremawe, Qizilhesar, Tewrêz, Esfehan û Qezwînê herî kêm 20 kes bi dar ve kirine.

Hat diyarkirin ku 2 ji kesên ku hatine bidarvekirin, xwepêşanderên çalakiyên vê dawiyê yên gelên Îranê bûn.

Her wiha navendê destnîşan kir ku pêla binçavkirina welatiyan û çalakvanan li bajarên cuda berdewam e.

Li bajarokê Paweyê yê Rojhilatê Kurdistanê 2 birayên bi navê mamostayê malnişîn û çalakvanê jîngehê Sebah Weledbegî û Newzad Weledbegî hatine binçavkirin.

Li gorî heman raporê, di nava 6 mehên bihurî de, herî kêm 167 welatî li parêzgeha Kirmaşanê hatine binçavkirin. 

Dewleta Îranê bi komî xwendevanên zanîngehan derdixe

Di raporê de hat ragihandin ku dewleta Îranê bi komî xwendevanên zanîngehan derdixe.

Her wiha raporê diyar kir ku li Zanîngeha Tehranê herî zêde 200 xwendevan ji bo lêpirsînê hatine vexwestin û 2 xwendevanên bi navê Emîr Mihemed Kerîmî û Mehyar Îftîxarî yekcarî hatine derxistin.

L i gorî heman agahiyan, li Zanîngeha Ciwankariyê ya Şerîf jî zêdetirî 20 xwendevan dosyayên wan hatine rawestandin û 8 kes jî bi temamî hatine derxistin.

Li Zanîngeha Zehra, nêzîkî 100 xwendevanên jin rûbirûyî qedexeya ketina hundir û bêparkirina berfireh a ji xwendinê bûne.

Ev 7 roj in girtî di greva birçîbûnê de ne

Li aliyê din, li gorî raporên ku ji hêla Rêxistina Mafên Mirovan Hanayê ve hatine wergirtin, greva birçîbûnê ya girtiyên girtîgeha Qezelhîsarê di roja xwe ya heftem de berdewam dike.

Ev girav jî, ji bo nerazîbûna li dijî veguhestina girtiyên cezayê darvekirinê ya ji bo hucreyên yekkesî ye.

Hanayê, ragihandin ku veguhestina dawî piştî destpêkirina greva birçîbûnê û di bersiva nerazîbûnên girtiyan de pêk hatiye.

Lê belê, hîn ne diyar e ka ev çalakî bi armanca bicihanîna bilez a cezayên bidarvekirinê hatiye kirin an jî ji bo fişar û neçarkirina girtiyan ku greva birçîbûnê û xwepêşandanan bi dawî bikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye