Ev siza ji ber posteke ku Necme Emînî li ser platformên torên civakî belav kiribû, hat birîn .
Rojnameya "The Guardian" ragihand ku Necme Emînî li Girtîgeha Wakeel-abadê ya li bajarê Meşhedê girtî ye.
Li dijî Necme Emînî du dozên cuda hatin vekirin û li pêşiya du dadgehan hatiye sizadan.
Di doza yekem de, ji ber "îxaneta olî" sizaya darvekirinê lê hat birîn.
Dadgeheke din jî 12 sal sizaya zindanê lê biriye.
Sizaya bidarvekirinê hîn ne dawî ye û dikare li pêşiya Dadgeha Bilind a Îranê were îtîrazkirin.
Necme Emînî piştî xwepêşandanên berfireh ên ku di destpêka sala 2026’an de li Îranê pêk hatin, hat binçavkirin.
Wê demê, rayedarên Îranê çavdêriya çalakiyên li ser platformên torên civakî zêde kir û bi hezaran kes binçav kirin.