Li gorî Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê, Ebas Eraqçî di konferansa navneteweyî ya 'Jenosîda Jîngehê' de, bal kişand ser karesatên jîngehê yên ji ber şeran, şewitandina bîrên petrolê û şewatên li herêmê.
Eraqçî got ku Kendava Farsê bi salan e bi karesatên jîngehî re rûbirû ye.
Her wiha destnîşan kir ku polîtîkayên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dikarin vê ziyanê bidomînin.
Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî got ku "rastî ev e jîngeh di şeran de qurbaniyeke bêdeng e.
Xweza wekî hêmaneke bêalî di şer de ye.
Ziyana li xwezayê tê kirin, encamên wê demdirêj û mayînde ne."