Berdevkê Supaya Pasdarên Îranê Huseyîn Muhibî, hişyariyeke tund da Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îsraîlê. Muhibî diyar kir ku eger êrîşeke nû li ser axa Îranê pêk bê, bersiva wan a leşkerî dê ji carên berê pir cuda be û cîhan dê bi dîtina şiyana çekên wan ên nû "şok" bibe.
Îran hişyariyeke nû da Amerîkayê: "Em ê cureyê çekên xwe û qada şer biguhêrin"
Supaya Pasdarên Îranê daxuyand ku di dema rûbirûbûneke leşkerî ya nû de ew ê stratejiya xwe bi temamî biguhêrin, çekên nû bixin dewrê û lîsteyeke nû ya hedefên stratejîk ku berê nehatine lêdan, amade kirine.