Buroya Hiqûqê ya Asrinê, têkildarî nîqaşên dawî yên li ser muwekîlê wan Abdullah Ocalan û lêgerînên "Pêvajoya Nû ya Aşitiyê" ya li Tirkiyeyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Bûroyê bal kişand ser êrişên derdorên neteweperest û diyar kir ku pêngavên ji bo derxistina pirsa Kurd ji çerxa tundiyê rûbirûyî astengiyan dibin.
Bazirganên xwînê aşitiyê sabote dikin
Li gorî daxuyaniyê, derdorên ku herî zêde ji bidawîbûna şer û tundiyê aciz in, ew kes in ku heta niha ti bedelên mirovî û aborî nedane. Bûroyê destnîşan kir ku ev derdorên ku bazirganiya xwînê dikin û zimanekî nijadperest û kîndar bikar tînin, rasterast hewl didin lêgerîna aşitiyê ya civakê sabote bikin.
Nîqaşên li ser 'Avahiya Îmraliyê' manîpulasyon in
Buroya Hiqûqê ya Asrinê, nûçe û nîqaşên medyaya neteweperest ên derbarê "avahiya nû ya li Îmraliyê" de wekî amûreke manîpulasyonê ya erzan nirxand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku cih û mercên Îmraliyê ji bo weşandin û lîstina rola siyasî û hiqûqî ya pêvajoyê pêwîstiyek e û nabe ku ev mijar bibe babeta nûçeyên magazinî.
50 sal in gelê Kurd di şexsê Ocalan de tê armancgirtin
Di berdamiya daxuyaniyê de hat xuyakirin ku kesên dixwazin pirsa Kurd bi înkar û tundiyê bidomînin, 50 sal in şexsê Ocalan dikin armanc da ku êrişî têkoşîna mafên gelê Kurd bikin. Bûroyê ev nêzîkatiya mêtînger û binpêkirina mafên kesayetî bi tundî red kir.
Ji bo têkiliya rasterast pêdivî bi 'Statu'yê heye
Bûroyê tekez kir ku nîqaşkirina 'statuyê' ji bo aşitiyê gelekî giranbiha ye û daxwaza statuyê pêwîstiyek e da ku Ocalan bikaribe bi awayekî rasterast, yekem dest û zelal bi civakê re têkiliyê dayne. Ev gav dê rê li ber manîpulasyonên derdorên tarî û dijberên aşitiyê bigire.
Buroya Hiqûqê ya Asrinê bang li dewletê û raya giştî kir ku eger di hewldanên aşitiyê de rasteqînî hebe, divê gavên berbiçav, zelal û naskirina statuyeke hiqûqî werin avêtin, ne ku rê bide manîpulasyonên medyatîk.