Aloziya sînorî gihîşt asta bilind: Balafirên Pakistanê êrişî Efxanistanê kirin

Balafirên Pakistanê wîlayetên Kunar û Paktika yên Efxanistanê bombardûman kirin; di êrişê de 3 sivîl mirin û li ser sînor pevçûn derketin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Aloziya leşkerî ya navbera Pakistan û Efxanistanê gihîşt asteke bilind. Balafirên şer ên Pakistanê, di berbanga aibeha  21'ê Îlona 2026'an de herêmên sivîl ên li eyaleta Kunar û Paktika yên Efxanistanê bombardûman kirin. Rêveberiya Talîbanê ev êriş bi tundî şermezar kir.

Li navçeya Nurgalê ya eyaleta Kunarê, di encama bombardûmana li ser maleke sivîlan de 3 endamên heman malbatê jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn. Li eyaleta Paktikayê jî ziyanên madî çêbûn. Piştî êrişên hewayî, li ser xeta sînor di navbera hêzên Talîbanê û artêşa Pakistanê de pevçûnên çekdarî dest pê kirin.

Ev operasyon wekî bersivekê li dijî êrişa roja Înê ya li ser navendeke polîsan a li Pakistanê tê dîtin ku tê de 31 kes hatibûn kuştin. Pakistan îdîa dike ku Efxanistan stargehê dide çekdarên Talîbaanê, lê Talîban van tawanbariyan red dike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye