Fransa û Japonyayê ji bo Îranê banga agirbestê kirin

Serokomarê Fransayê Emanuel Macron serdana Jeponyayê kir û bi Serokwezîra Japonyayê Sanae Takaicih re civiya. Her wiha her du aliyan ji bo Îranê banga agirbestê kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Macron û Serokwezîra Jeponyayê Takaichi di gelek mijaran de li hev kir.

Serokomarê Fransayê Emanuel Macron û Serokwezîra Jeponyayê Sanae Takaicih piştî civînê daxuyanî dan.

Takaichi di daxuyaniyê de bal kişand ser dostaniya herdu welatan û girîngî dan hevkariya kûr.

Takaichi û Macron ragihand ku di mijara parastin, pêşxistina elementan, enerjiya nukleerî, feza û qadên din de li hev kirine.

Li aliyê din di rojeva Macron û Takaichi de Îran jî hebû.

Hate gotin ku her du welat ji nirxên demokratîk, hiqûq û pîvanên navneteweyî bawer dikin û ji bo vê ew li gel wê yekê ne ku vegera li aştiyê, agirbest, aramî û vekirina Tengava Hurmizê ne.

Her du aliyan daxwaza rawestandina bi lez a şer kir û ew di mijara vekirina rêya avê de hem fikirin.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye