Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku ji ber êrîşa balafirên bê mirov ên Ûkraynayê, li herêma Tûla 2 kes hatine kuştin.
Li gorî nûçeya Reutersê, Waliyê Tûla Dmîtrî Melîev eşkere kir ku li Tûla 2 kes di encamê êrîşên Ûkraynayê de, birîndar bûn, lê piştî rakirina wan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê da xuya kirin ku hêzên wan ên parastina hewayî di nava sê saetan de, 27 balafirên bê mirov ên Ûkraynayê îmha kirine.