DAIŞ`ê li Kongoyê 52 sivîl kuştin

Di êrîşên çekdarên DAIŞ'ê yên li ser rojhilata Komara Demokratîk a Kongoyê de, bi dehan sivîl hatine kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Neteweyên Yekbûyî da xuya kirin ku di nava hefteyekê de, di êrîşên DAIŞ`ê de, yên li rojhilatê Komara Demokratîk a Kongoyê, herî kêm 52 sivîl, di nav de 8 jin û 2 zarok, hatine kuştin.

Serokê herêma Baberi Makere Sefikunola eşkere kir ku çekdarên DAIŞ`ê, dema ku gihiştin deverê, niştecih kom kirin, bi têlan girêdan û pişt re dest bi kuştina wan bi şûr û kêran kirin.

Berpirsê leşkerî yê herêma Lubero Alain Kiwiwi ji Reuters re got ku tenê li gundê Melia nêzîkî 30 sivîl hatine kuştin.

Alain Kiwiwi diyar kir ku di nav kuştiyan de, zarok û jin jî hebûn ku di malên xwe de hatin serjêkirin, di heman demê de, hejmarek xanî jî hatin şewitandin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24