Trump: Keştiyên tije petrol ji tengava Hurmizê derdikevin

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê X'ê nivîsand ku keştî dest bi tevgera di Tengava Hurmizê re dikin û gelek ji wan bi petrolê barkirî ne.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

 Donald Trump diyar kir ku keştî di otobana başûr re derbas dibin ku bi tevahî biewle û bê pirsgirêk e. 

Her wiha Trump got ku ji bo trafîkê rêyên din jî hene û tankerên petrolê bi ewlehî ji rêya başûr a Tengava Hurmizê derbas dibin.

Li aliyekî din jî serokê Îranê Mesûd Pezeşkiyan daxuyand ku lihevkirina ji bo bidawîkirina şerê di navbera Îran û Amerîkayê de bi rêya hevrêziyê pêk hat û biryar e roja înê peyman were îmzekirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye