Li ser sînorê Pakistan û Efxanistanê 24 kes hatin kuştin

Li ser sînorê Pakistan - Efxanistanê 24 kes hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berpirsên Hikûmeta Pakistanê ragihandin ku li nêzî sînorê hevbeş ê Pakistan bi Efxanistanê re, dengê 4 teqînên bi hêz hatin bihistin, lê heya niha tu daxuyaniyeke fermî derbarê sedema wan teqînan de nehatiye dayîn.

Lê çavkaniyên xwecihî yên nêzîkî sînor dibêjin ku balafirên şer ên Pakistanê 4 xanî bombebaran kirin û di encamê de, 24 sivîl hatin kuştin.

Du berpirsên Pakistanî ku nexwestin navên xwe eşkere bikin, destnîşan kirin ku berpirsên Pakistanê rastiyê nabêjin û balafirên şer cihên çekên çekdaran hedef girtine.

Piştî ku ev bûyer qewimî, 2 hezar kes li bajarokekî nêzîkî cihê bûyerê kom bûn û li dijî êrîşan nerazîbûna xwe nîşan dan.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye