Keştiya welatiyên Tûnsî ku ber bi Îtalyayê bi rê ketibû, li peravên Tûnisê binav bû. Hate diyarkirin ku parêzvanên peravên Tûnisê cenazeyên 8 kesan derxistin û lêgerîna li hin kesên windaî jî berdewame.
Berdevkê parêzvanên Neteweyî ya Tûnisê Husamedîn El Cibalbîlî îro wiha got :
Parêzvanên peravê, hêzên artêş û Parastina Sivîl bi alîkariya 2 helîkopteran xebatên lêgerîna windayan dikin.
Serokê Çavdêriya Mafên Mirovan a Tûnisê Mistefa Ebdulkebîr jî anî ziman ku keştiya ku 7 kes ji malbatekê, jinek ducanî û hevjînê xwe, tevî hejmarek ciwan lê bûn, berbanga pêncşemê bi rê ketibû.
Her wiha wiha jî got: Kesek tenê ku derdora 48 saetan di nav avê de mabû, hat rizgarkirin û li bajarê Bin Qerdanê bi daxwaza lezandina xebatên lêgerînê xwepêşandan hatin lidarxistin.