Hêzên Piştgiriya Lezgîn(RSF) roja pêncşemê ragihand ku ew pêşniyara agirbesta mirovî li Sûdanê qebûl dike.
Hate diyarkirin ku ev agirbesta ji bo sê mehan ji hêla Misir, Erebistana Siûdî, Îmarat û Amerîkayê ve hatiye pêşkêşkirin.
RSF da xuyakirin ku li gorî xwestek û berjewendiyên gelê Sûdanê, ew agirbest qebûl kirine, da ku bandorên mirovî yên karesatbar ên şer werin çareserkirin û parastina sivîlan were xurtkirin.
Ji aliyê din ve jî, artêşa Sûdanê eşkere kir ku hêzên wan wê şer bidomînin û ew ê tola kuştiyên li el-Faşerê rakin.
Artêşa Sûdanê destnîşan kir ku ew têkoşîna xwe li hemberî RSF bilind bikin û ji bo parastina sivîlan û ewlekariya dewletê jî ew ê paşve gav neavêjin.
20 milyon kes li Sûdanê ji mafên alîkariyên tenduristiyê bê par mane
Berdevkê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê Christian Lindmeier roja pêncşemê hişyarî da li ser birçîbûn û belavbûna nexweşiyan a li Sûdanê.
Christian Lindmeier tekez kir ku kêmbûna xwarinê rêjeya belavbûna van nexweşiyan zêde dike û tenduristiya bi mîlyonan kesan tehdît dike.
Christian Lindmeier destnîşan kir ku pêdiviya Sûdanê ji bo xwarin û derman bigihijin kesên hewcedar bi gihiştina alîkariyên zêdetir heye û got:
“ Krîza mirovî ya heyî mudaxeleyên lezgîn hewce dike da ku jiyana welatiyên herî xeternak were parastin. Zêdetirî 20 milyon Sûdanî hewcedarê alîkariya tenduristiyê ya lezgîn in.”
Her wiha Christian Lindmeier da xuyakirin ku zêdetirî 11 milyon kes ji cih û warên xwe dûrketine û zêdetirî 4 milyon Sûdanî jî reviyane welatên cîran.
Metirsiya birçîbûnê li ser 20 deverên Sûdanê heye
Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) jî ragihand ku ji 26`ê cotmehê ve zêdetirî 81 hezar kes ji el-Faşer û derdora wê koçber bûne.
Her wekî din jî, Bernameya Xwarinê ya Cîhanî li ser metirsiya belavbûna birçîbûnê li 20 deverên Sûdanê hişyarî dide.