Gefên Amerîkayê li dijî Îranê berdewam dikin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew naxwazin Îran bibe xwedî çekên nuklerî.
Trump her wiha da zanîn ku wan gelek pirsgirêk çareser kirine ku beriya niha nehatibûn çareserkirin.
Donald Trump tekez kir ku wî li ser mijara çekên nuklerî bi Serokê Çînê Xi Jinping re gotûbêj kiriye û lihevkirin di navber wan de li ser vê mijarê heye.
Roja înê Çînê ragihand ku daxwaza agirbesteke berfireh û mayînde li Rojhilata Navîn û vekirina Tengava Hurmizê "di zûtirîn demê de" dikin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump gef li Îranê xwar û eşkere kir ku eger çalakiyeke nuklerî li Îranê bibîne, dê rasterast êrîşî wê bike.
Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî vê biryarê, ragihand ku ew ne li dijî vê yekê ne ku Îran bernameya xwe ya nûklerî ji bo 20 salan rawestîne, lê divê pabendiyeke "rastîn" ji aliyê Tehranê ve hebe.
Ebas Eraqçî: Baweriya Tehranê bi Amerîkayê nayê
Ji aliye xwe ve, wezîrê Karê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li ser danûstandinên di navbera wan û Washington de got ku Tehran, heta ku Amerîka bi awayekî cidî nêzîkî danûstandinan nebe, dê baweriya xwe bi wê neyîne.