Çapemeniya Îranî ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, ku roja înê êvarê gihîştibû Îslamabadê, roja şemiyê piştî hevdîtina bi rayedarên Pakistanî re ji welêt derket.
Wezareta Karên Derve ya Îranê berê ragihandibû ku Ebas Eraqçî dê biçe Moskow û Maskatê.
Lê cihê wî yê din hîn bi fermî nehatiye ragihandin.
Ajansa nûçeyan a Farsê, berê diyar kiribû ku Eraqçî pêşniyarên dewleta Îranê yên li ser agirbest û bidawîkirina şer bi serokê artêşa Pakistanê re anîbû ziman.
Her wiha piştî vegera ji Pakistanê, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li ser hesabê xwe yê X'ê wiha belav kir:
"Serdana bo Pakistanê pir berhemdar bû.
Em girîngiyê gelekî didin karên Pakistanê yên baş û hewldanên wê yên biratiyê, ji bo vegerandina aştiyê bo herêma me.
Pakistanê bi helwesta Îranê re ya di der barê çarçoveyeke bikêrhatî de ji bo bidawîkirina şerê li dijî Îranê, beşdar bû.
Hîn nehatiye dîtin ka Amerîka bi rastî di der barê dîplomasiyê de cidî ye yan na?."
Trump: Min serdana Witkoff û Kushner bo Îslamabadê betal kir
Serokê Amerîkayê Donald Trump çûyîna Steve Witkoff û Jared Kushner a ji bo Pakistanê ya ji bo dan û standinên bi dewleta Îran re betal kir.
Ev biryar ji nişka ve piştî ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî bêyî ku bi aliyê Amerîkî re bicive ji Îslamabadê derket, hat dayîn.
Trump di hevpeyvîneke taybet de ji Fox Newsê re wiha got:
"Min tenê rêwîtiya şandeya xwe ya bo Îslamabadê ji bo hevdîtina bi Îraniyan re betal kir.
Di rêwîtiyê de pir wext dê winda bibe, gelek tiştên me hene ku em bikin.
Her wiha di nav seroktiya wan de nakokî û tevliheviyeke navxweyî ya giran heye. Kes nizane kî berpirsiyar e, heta ew bi xwe jî.
Her wiha, hemû kart di destê me de ne, lê ew tiştek di destê wan de tune ye.
Ger ew bixwazin biaxivin, tekane tiştê ku divê bikin ev e, ku telefon bikin.