Lezgin

Almanya xwe ji bo çi amade dike?

reset font size increase font size

Piştî şerê cîhanê yê duyemîn almanya cara yekem butçeya malî ya parastinê di asta herî jor de zêde dike û derveyî walat navendên leşkerî vedike.  Ev lîv û tevger li Avrupa bu sedemên bertekan, ji bo Berlîn ê “wê parzemîn ê bikşîne şer” rexne pêşketin.

Li Almanya yê di asta herî jor de xerckirinên leşkerî,şandina mûşekên menzîla wan dirêj ji bo Ukranyayê û li Lîtvanya yê vekirina navenda leşkerî ya daîmî bu sedema rêveberiya Berlînê bal bikşînin ser xwe.

Li gor lêkonînên leşgerî yên dawiyê hatine kirin heya sala 2030 Almanya wê bibe hêza di parastinê de ya herî mezin. Ev yek li Avrupa rastî rexneya “Almanî parzemînê dikşînin şer” hat. Heman wextê Rûsya jî acizbûna xwe “Nazîya Almanya ji nû ve şîn dibe” nîşan da.

Hewildanên mezinkirina hêza  leşgerî

Di nav hemû welatiyên hevpeymana NATO`yê de weletê herî zêde di endûstiriyê de baldikişîne ser xwe Almanya ye.

Almanya di sala 2024 de xerckirinên parastinê sedî 28 zêde kir û bû 89 Milyar dolar, di hindirê vê salê de destnîşan kir ku wê 10 Milyar dolarên din lê zêde bikin.

Xeteriya ji Rojava tê

Almanya di asta Cîhanê de di pergala parastina hewayî de di nav şeş walatan de cihê xwe digre. Wisa tê texmîn kirin ku heya sala 2030 di bazara çekan de jî bibe hêza herî mezin. Ev hewildan û gavên Almanyayê ji aliyê Rusya ve wek “Xeteriya herî mezin ji Rojava tê” tê nirxandin.

Gava yekem ya navenda leşgerî

Pîştî şerê Cîhanê yê duyem Almanya cara yekem li derveyî walat li Lîtvanya 45 emîn navenda çekên giran tugaya leşgerî vekir. Cihê navend lê hatiye vekirin herî zêde bal dikşîne ye, li gor raporên NATO`yê amade kirin di rewşeke şer di navbera Avrupa û Rusya`yê de derkeve sînorê Baltik-Rusya koridora Suwalkî derbikeve ye.

Hewildan û lêgerînên Almanya di muxalefeta hindirîn de jî bû cihê ne razîbûnan.

Li Fransa pîsporê şer Jacgues Hogar got ku “hemleyên Almanya wê hemû Avrupa û NATO yê bikşîne nav felaketeke mezin”

Hêza leşgerî ya Almanya`yê 2025 an 182 hezarin û li Avrupa hêza herî mezin tê naskirin, hêza xwe ya bejahî 60 hezar, hêza xwe ya hewayî nêzî 27 hezar e, ewlekariya sîber û yekineyên alîkariyê yên pîspor jî hejmara wan nêzî 30 hezarî ye.

Rusya li herêma Baltik xebatên xwe yên leşkegî zêde kir

Ragihandina Rusya balkişand ser hewildanên Almanya`yê, di şerê Cîhanê yê 2`emîn de dagirkerên Yekitiya Sovyetê Naziyên Almanya “Ji nû ve şîn dibin”kir rojeva xwe.

Rusya yê herêma wek kirîz tê naskirin di sînorê baltik de xebatê xwe yê eskerî zêde kir.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24