Amerîkayê 'Cartel de los soles' Venezuela bi rêxistineke terorîst bi nav kir

Amerîkayê 'Cartel de los Soles' a Venezuelayê wekî rêxistineke terorîst bi nav kir Hikûmeta Venezuelayê vê biryarê şermezar kir û Amerîkayê bi kûrkirina alozîyê sûcdar kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Her ku diçe ragêşîya di navbera Amerîka û Venezuelayê de zêde dibe.

Herî dawiyê jî Amerîkayê 'Cartel de los Soles' a Venezuelayê wekî rêxistineke terorîst bi nav kir.

Hikumeta Amerîkayê eşkere kir ku kartel ji aliyê serokê Venezûelayê Maduro ve tê birêvebirin.

Beriya niha Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio gotibû ku DYA dê kartelê wekî rêxistinek terorîst rabigihîne.

Rubio destnîşan kiribû ku ev kartel trafîka narkotîkê ya ber bi Amerîkayê ve organîze dike.

“DYA dixwaze destwerdanek neqanûnî li dijî Venezuelayê rewa bike”

Wezareta Karên Derve ya Venezûelayê bertek nîşanî biryara Amerîkayê û îdîayên Amerîkayê red kir.

Caracasê di daxuyanîyê de destnîşan kir, Amerîka bi vê hemleyê dixwaze midaxaleyeke derqanûnî li dijî Venezûelayê rewa bike.

DYA di demên dawî de bi sûcdarkirina qaçaxçîtiya madeyên hişbir  êrîşan li ser keştiyên Venezuelayê pêk tîne.

"Cartel De Los Soles" û gendelîya li Venezûelayê

Peyva "Cartel de los Soles" tê wateya Kartela Rojê û cara ewil di 1990î de hat bikaranîn.

Sembola vê kartelê li ser unîformayên leşkerên Venezuelayê ne.

Berî niha, navê "Cartel de los Soles" ji bo leşkerên tevlî bazirganiya narkotîkê bûbûn hatibû bikaranîn.

Her ku gendelî li welêt zêde bû cîyê, bikaranîna vê peyvê jî berfireh bû.

Cara ewil, Trump di sala 2020´an de Maduro bi sûcên narkotîkterorîzma vê kartelê tawanbar kiribû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye