Lezgin

Erdogan û Trump di civîna NATO yê de li hev civiyan

reset font size increase font size

Serokê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li Lahey hevdîtin kirin.

Lutkeya NATO li bajarê Hollanda Lahayê kom bû. Gelek devletên NATO yê di asta herî bilin de tevlî civîne bûn. Di lutkeyê de hevdîtinên du alî jî îpêk hatin. Yek ji van hevdîtinan jî hevdîtina Trump û Erdogan bû.

Piştî hevdîtinê ji aliyê DYA`yê ve ti daxuyani nehatiye dayîn. Daxuyanî ji aliyê Komariya Tirkiyê ve hate hate dayîn.

Cara ewil rû bi rû hevdîtin pêk hat

Piştî ku Trump cara diduyan bû serokê DYA yê ev cara ewile Erdogan û Trump rû bi rû hevdîtin dikin. Li gor daxuyaniya serokkomariya Tirkiyê, Erdogan û Trump li ser  hevkariya DYA û Tirkiyê yê di milê pêşxistin û bazirganiya parastina pîşesaziya leşkerî de axivîne.

Erdogan ragihandiye ku, ji bo hecmê bazirganiya dû alî ya di navbera her dû welatan de bigihêje 100 mîlyar dolarî dikarin sermaweya xwe deynin. Tirkiyê ji ber ku di sala 2017’an de ji Rusyayê pergala parastina hewayî ya S-400 wergirtibû, DYA di çarçoveya  kanunen CAATSA`yê de li ser Tirkiyê kirdariyên parastinî danî bû.

Ji van kirdariyan ya herî girîng jî derxistina Tirkiyê ya ji bernama F-35’an bû. Bi vê bûyerê re têkiliyên Tirkiyê û DYA ji hela pîşesaziya leşkerî xisar dîti bû.  

Şerê Rusya û Ukrayna jî hat nîqaş kirin

Li gor daxuyaniya Serokkomariyê her dû alî li ser mijara şerê Îsraîl û Îranê, şerê li Xezayê û şerê Rusya û Ukrayna jî nîqaş kirine. Dîsa dihevdîtinê ji bo hêza NATO ya çavtirsandinê werê xurtkirin jî niqaş hatiye meşandin.

Demhat îsmaîl

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24