Rûsya û Ûkrayna bi berdewamî êrîşî hev dikin.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku pergalên wê yên parastina hewayî bi şev 323 dronên Ûkraynayê anîne xwarê.
Wezaretê diyar kir ku dronên Ûkraynayê li ser 21 herêman û li ser Deryaya Reş û Deryaya Azovê hatine xistin.
Navenda Operasyonên herêma Belgorodê jî ragihand ku di êrîşên Ûkraynayê yên dronî de ku gundekî sînorî armanc kiriye, kesek miriye û yek jî birîndar bûye.
Navenda Operasyonan eşkere kir ku êrîşê gundê Privetny yê navçeya Vedelevsky ya herêma Belgorodê armanc kiriye.
Ji aliyekî din ve, karbidestên herêmî yên Rûsyayê ragihandin ku ji ber êrîşên Ûkraynayê li ser bajarê herî mezin ê Nîvgirava Qirimê, elektrîk hatiye qutkirin.
Her wiha êrîşan dezgehên li navend û başûrê Rûsyayê armanc kirine, ev jî jixwe nîşan dide ku di mehên dawî de êrîşên Kîevê yên li ser binesaziya enerjiya Rûsyayê berfireh bûne.
Parêzgarê Sevastopolê Mikhail Razvogaev jî, ferman da ku veguhastina giştî raweste, kafe zû werin girtin û got ku ronahiya kolanan dê were kêmkirin, da ku bajar ji ber êrîşên bi şevê were parastin.