Trump: Emê bi hêzeke mezin li Îranê bixin

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew li ser plansaziyeke êrîşên giran li gel Îsraîlê lêkolîn dikin da ku di dawiya vê hefteyê de binesaziya enerjiyê û parzûngehên neftê yên Îranê bikin armanc.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Amerîkayê Donald Trump gefa lêdana Îranê "bi hêzeke pir giran" xwar da ku Tehranê neçarî teslîmbûnê bike û diyar kir ku şerê ku zêdetirî pênc mehan berdewam dike ketiye erwşa xetmandinê.

Li gorî raporên medyaya Amerîkayê, piştî serdana dawî ya Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji bo Washîngtonê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîl plan dikin ku êrîşên hevpar bibin ser parzûngehên neftê û santralên elektrîkê yên Îranê.

Tevî ku hinek şêwirmendên Koşka Spî li dijî vê planê derketine jî, Trump hişyarî da ku her carê ku keştî li Tengava Hurmizê rûbirûyî êrîşan bibin, ew ê binesaziyên krîtîk ên Îranê wêran bikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye