Di sala 2026'an de 606 koçber mirine an jî winda bûne

Krîza koçberên winda  yek ji trajediyên mirovî yên herî mezin ên cîhanê temsîl dike. Li gorî Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê di nava deh salan de zêdetirî 60 hezar koçberan jiyana xwe ji dest dane, an jî winda ne. Heman rêxistinê eşkere kir ku tenê îsal 606 koçber mirine an jî winda ne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di deh salên borî de, di nav şert û mercên xeternak û binpêkirinên mafên mirovan de, bi deh hezaran kes di rêwîtiyên koçberiyê yên bi rêya bejahî û deryayî de jiyana xwe ji dest dan an jî winda bûn.

Dibe ku mînaka herî trajîk krîza Sûriyê be, ku di sala 2011an de derket holê û bû sedema pêlên mezin ên penaberiyê.

Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) ya Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku ji deh salên dawî û vir ve, zêdetirî 60 hezar kes di hewla gihiştina Ewropayê de mirine an jî winda bûne.

Her wiha rêxistinê ragihand ku ji destpêka sala 2026`an û vir ve, herî kêm 606 koçber li Deryaya Spî mirine an jî winda bûne.

Ev jî hejmara herî zêde ye ku IOM ji bo vê heyamê ji dema ku di sala 2014`an de dest bi belgekirina daneyan kiriye, tomar kiriye.

Keştiyeke koçberan noqî avê bû 30 kes winda ne

Her wiha rêxistinê da xuyakirin ku roja şemiyê li peravên girava Girîtê ya Yûnanistanê keştiyek noqî avê bûye.

Di encamê de herî kêm 30 kes winda bûne.

Rayedarên Yûnanî dîtina termên sê mêr û jinekê piştrast kirin û gotin:

"Operasyonên lêgerînê ji bo windahiyan berdewam in."

Berdevkê rêxistinê dest nîşan kir ku par herikîna koçberan ji Lîbyayê ber bi Girîtê ve zêde bû, da ku hewl bidin bigihêjin axa Yekîtiya Ewropayê.

Di 19`ê sibatê de keştiyeke din li nêzî peravên Girîtê noqî avê bû.

Hate ragihandin ku piraniya wan ji welatiyên Sûdan û Misrê ne.

Ev keştî ji bajarê Tobruk ê Lîbyayê derketibû ku di nava keştiyê de zarok jî hebûn.

IOM hewl dide pirsgirêkên koçberiyê çareser bike

Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê banga xurtkirina hevkariya herêmî û zêdekirina operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê li Deryaya Spî ya ji bo têkoşîna li dijî torên bazirganiya mirovan û qaçaxçîtiyê kir.

IOM banga têkoşîna li dijî bazirganiya mirovan kir

Her wiha tekezî li ser pêwîstiya berfirehkirina rêyên koçberiyê yên ewledar û birêkûpêk kir da ku xetereyan kêm bikin û jiyana koçberan rizgar bikin.

 

.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye