Rêveberê herêma Dinîpro-pitrovsk Olîksander Ganca li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got:
"Di encama êrîşa Rûsî ya bi dronekê li ser minibûsekê li herêma Nîkopol de, 5 kes hatin kuştin û herî kêm 7 kesên din jî birîndar bûn."
Di wêneyên ku hin berpirsên Ukraynî belav kirin de, camên şikestî yên minibûseke biçûk ku li tenîşta wê xwîn diherike, xuya dike.
Li gorî NY jimara sivîlên li Ukraynayê tên kuştin ya herî bilind e piştî mehên destpêkê yên şerê li welêt û ev yek nîşaneya gurbûna êrîşan e.