Marc Rutte: Rûsya dikare êrişî NATOyê bike

NATO ji bo hêza xwe heyî biparêze hercar mijarên jeopolîtîk derdixe pêş. Vê carê sebeba sekna alarmîst, hinceta gefa leşkerî ya Rûsyayê ye. Şefê rêxistinê Rutte, di vê babetê de li Munîhê li defa hawarê xist.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Sekreterê Giştî yê NATOyê Marc Rutte got, dibe ku endamên rêxistinê bibin hedefa Rûsyayê.

Rutte van gotinên hişyarîyê di axaftina xwe ya li Konferansa Ewlekarîyê ya li Munîhê kirin.

Şefê rêxistina leşkerî NATOyê di vê mijarê de wiha axivî:

"Rûsya şer anî ber derîyên Ewrûpayê. Divê em ji bo şerê mezin ku dapîr û bapîrên me rû bi rû mabûn, amade, bibin?"

Sekreterê Giştî yê NATOyê bi van gotinan jî asta alarmê hîn bêtir bilind kir:

"Rûsya dikare xwe amade bike da ku di nava 5 salan de hêza leşkerî li hemberê NATOyê bi kar bîne." 

Mesrefên leşkerî yên endamên NATOyê

Di berdewamîya axaftina xwe de Rutte bang li endamên NATOyê kir ku mesrefên leşkerî derxin ji % 5ê Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî.

Hêjayî gotinê ye, cara ewil Trump hedefa ji % 5 dabû pêşîya welatên endam ên NATOyê.

Desteka gumanbar a Amerîkayê ya ji bo NATOyê jî mijareke axaftina Rutte bû. 

Rutte got, "divê wekî îro, em lihevkirina transatlantîkê bidomînin" û wiha dirêjahî da axaftina xwe:

"Hûn nikarin bêyî Atlantîka ewle Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê biparêzin."

Şefê NATOyê bi van gotinên balkêş peyama pêdivîya zindîhiştina NATOyê da rêveberîya Washingtonê. 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye