Li Moskovê bidawîanîna şerê li Ûkraynayê hat gotûbêjkirin

Duh, di derbarê şerê li Ûkraynayê de, li Moskovê civîneke Rûsî û Amerîkî pêk hat. Di encamê de ti rêkeftineke ku her du alî li hev bikin pêk nehat.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh, li Kremlinê di navbera Putin û nûnerên Trump de, civînek pêk hat.

Civîna di derbarê bidawîanîna şerê li Ûkraynayê de bû û civîn 5 seatan domand.

Lê rojekê piştî civînê Kremlin ragihand ku ji bo bidawîkirina şerê li Ûkraynayê, Rûsya û Amerîkayê nekarîn li ser peymanekê li hev bikin.

Hevdîtina li Moskova heta nîvê şevê di navbera Putin, Nûnerê Taybet ê Amerîkî Steve Witkoff û zavayê Trump Jared Kushner de berdewam kir.

Piştî hevdîtinê alîkarê sereke yê siyaseta derve yê Putin Yuri Ushakov wiha axivî:

"Em hîn negihîştine rêkeftinekê. Hîn gelek kar heye ku werin kirin."

Herçî Witkoff bû, piştî hevdîtinan çû balyozxaneya Amerîkî ya li Moskova da ku Qesra Spî li ser pêşveçûnê agahdar bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye