Li Endonezyayê hejmara qurbaniyan gihişt 37 kesan

Li Endonezyayê dibistanek li ser xwendekaran hilweşiya di encamê de, 37 kesan jiyana xwe ji dest da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Konseya Rêvebiriya Karesatên Neteweyî (BNPB) diyar kir ku li parêzgeha Java ya rojhilatê Endonezyayê hejmara miriyên hilweşîna avahiyek dibistanê gihiştiye 37 kesan.

Rêveberê operasyonên Ajansa Rêveberiya Karesatên Neteweyî ya Endonezyayê Yudhi Bramantyo ragihand ku heya sibeha yekşemê, hejmara kesên ku ji bin kavilan hatine derxistin, gihiştiye 141 kesan. 

Bramantyo da zanîn ku 104 kes zindî ne, 37 kesan jî jiyana xwe ji dest daye û 26 kesên din heya niha winda ne.

Dibistana Al-Khuzeini, dibistanek navîn li bajarokê Sidoarjo yê Endonezyayê ye.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24