Nû- Artêşa Rûsyayê 416 dronên ûkraynayê têk birin

Parêzgarê herêmî yê herêma Xersonê ya di bin kontrola Rûsyayê de Vladîmîr Saldo, diyar kir ku dronên Kîev, li ser rêya di navbera bajarên Zavodivka û Gornostaevka de, erebeyên sivîl armanc girtin û di encamê de, 4 kes hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Parêzgarê herêmî yê herêma Xersonê ya di bin kontrola Rûsyayê de Vladîmîr Saldo, diyar kir ku dronên  Kîev, li ser rêya di navbera bajarên Zavodivka û Gornostaevka de, erebeyên sivîl armanc girtin û di encamê de, 4 kes hatin kuştin.

 

Bi vê yekê Vladîmîr Saldo, Ûkrayna tawanbar kir ku bi zanebûn sivîlan hedef digire.

 

Li aliyeke din, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, da xuyakirin ku roja yekşem û duşemê, hêzên wan her du bajarokên Kuzminovka û Otradnoye li Donetsk û Xarkîvê kontrol kirine.

 

Wezareta eşkere kir ku hêzên Ûkraynayê li her du eniyan 290 leşker û hejmarek alavên leşkerî winda kirine. Her wiha stasyoneke şerê elektronîk, du depoyên cebilxaneyê û 5 depoyên lojîstîkê jî hatin wêrankirin.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24