Qezaya mînîbusê li Erdemlî: 5 karker mirin, 14 birîndar

Li herêma Erdemlî ya Mêrsînê mînîbuseke ku karkerên çadiniyê dibir wergeriya nav xendeqekê 5 kes mirin û 14 kes jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li herêma Avgadiya Taxa Aydinlar a navçeya Erdemlî ya Mêrsînê, mînîbuseke bi jimareya plakaya 33 VLP 55 ku karkerên çandiniyê dibir, kontrola xwe winda kir û wergeriya nav xendeqekê.

 

Piştî qezayê, tîmên tenduristiyê, agirkujiyê ji bo cihê bûyerê hatin şandin.

 

Di encamê de 5 kes jiyana xwe ji dest dan, 14 kes jî birîndar bûn.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24