Di 17`ê Adarê de Amêrîka-Îsraîl bi awayeke dijwar taxa Zeferanî ya Tehranê bombebaran kirin.
Amerîkî-Îsraîlê li vê taxê avahiyeke nîştecihbûnê ku Wezîrê Îstîxbarata Îranê Îsmaîl Xetîb lê dima hedef girtin.
Di encama êrîşê de gelek malên nêzî avahiya ku Wezîrê Îstîxbarata Îranê tê de bû, hilweşiyan.
Hate ragihandin ku di vê êrîşê de ne tenê Îsmaîl Xetîb, 2 jinên kurd ên bi navê Berîvan Molanî, Soma Selîmî ( ku psîkolog û mamostê perwerdekara zarokên otîstîk e) jiyana xwe ji dest didin.