Ebas Eraqçî, tekezî li ser pêwîstiya bidawîanîna şer kir û piştrast kir ku Tengava Hurmuz dê bi tesîsên ji bo Japonyayê vekirî bimîne.
Her wiha destnîşan kir ku Tehran "dawîyeke bêkêmasî, berfireh û daîmî ya şer" dixwaze.
Eraqçî, ji `Kyodo News`ê re got ku Îran çareseriyên demkî qebûl nake û got ku armanc ew e ku lihevkirinek dawî çêbibe ku bi tevahî pevçûnê bi dawî bike.
Wezîrê Derve yê Îranê piştrast kir ku Tengava Hurmuzê vekirî dimîne û got:
"Welatên ku êrîşî Îranê dikin dibe ku bi sînordarkirinan re rû bi rû bimînin, di heman demê de derbasbûn ji bo welatên din hêsan dibe."
Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî got ku Tehran amade ye ku derbasbûna tankerên petrolê yên Japonî di nav tengavê re misoger bike, ji ber ku Japonya pir girêdayî dabînkirina enerjiyê ji Rojhilata Navîn e.